Serok Mesûd Barzanî 38 emîn salvegera qurbaniyên kîmyabarana Helebceyê bibîr anî.
Serok Mesûd Barzanî ,îro roja duşemê 16ê Adara 2026an, xulek bê dengî rawestiye ji bo bîranîna pakrewanên komkujiya Helebça,…
Îro roja duşemê derbarê 38emîn salvegera kîmiyabarana Helebçayê de serok Mesûd Barzanî ji bo rêzgirtin ji şehîdên Helebçayê xulek bêdeng rawestiye….
Û herwiha tê zanîn ku Komkujiya Helebceyê bûyereke di 16ê adara 1988an de çêbû, dema ku balafirên artêşa Iraqê bombeyên kîmyewî li ser bajarê Helebçeyê barandine. Di nava çend saetan de li Helebçe û derdora wê qasî 3200-5000 hemwelatiyên Kurd şehîd ketine û 10 hezaran jî birîndar bûn. Wek Kurdan û rayagiştî bi navê “enfal” jî tê bi navkirin…
Û herwiha hêjaya were gotin ku bajarê Helebça di keve Başûrê Rojhilatî parêzgeha Silêmaniyê li Başûrê kurdistanê..
Ragihandina ENKSê
Qamişlo



