SALVEGERA “47 YEMIN” LI SER KOÇA DAWÎ YA BAVÊ NETWA KURD MELA MISTEFA BARZANÎ HAT VEJANDIN.
Her Sal di 1ê avdarê de,gelê Kurd li seranserî Cîhanê bîranîna koça dawî ya bavê neteweya Kurd Mela Mistefa Barzanî vedijînin.
Di roja Yekşemê 1.3.2026an de,bîranîna salvegera 47 yemin li ser koçkirina dawî ya Barzaniyê nemir ji aliyê her du xwecihiyên bajarê Hesekê ya rojava û rojhilat yên bi ser ENKSê ve, li Hola Semerqend li bajarê Hesekê hat vejandin.
Herwiha bi beşdarbûna kesayetên serbixwe û nûnerên civaka sivîl û rewşenbîr,
herwiha bi beşdarbûna nûnerên partiyên siyasî û kesayetên civaknasî û olî , herwiha bi beşdarbûna rêxistinên jinan û ciwanan û xwendekaran jî.
Herwiha bi beşdarbûna xelkên herêma bajarê Hesekê.
Piştre xulekek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistan û bi taybet li ser giyanê Barzaniyê nemir rawestiyan bi sirûda neteweyî Ey Reqîb.
Axaftina Encumena Kurdî ji aliyê Serokê Encûmena Xwecihî ya Rojava Ebdulrehman Reşîd ve hat pêşkêşkirin û behsa qereqolên têkoşîna li ser rêya nemir Barzanî kir.
Her wiha balkişand li ser rewşa siyasî ya navçe û navdewletî û tekezî li ser amadebûna Encûmena Niştimanî ya Kurdî ji bo qonaxa bê kir û amaje bi rola birûmet a Serok Mesûd Barzanî di aramkirina navçeyê û piştevaniya gelê kurd li Kurdistana Sûriyê kir.
Gotina PDKSê ji aliyê mamoste Beşar Emîn ve hat pêşkêşkirin û tê de çendîn helwestên Barzaniyê nemir û têkoşîna wî hat nirxandin.
Emîn herwiha behsa rewşa siyasî ya giştî kir, û tekezî li ser wê yekê kir ku pêwîst e Encûmen li ser mafên dahatû, û mekanîzmayên rûbirûbûna bi rastiyên herêmî û xwecihî re, ku rê li ber garantîkirina mafên gelê Kurd li Sûriyê bigire, tekez kir ku biryarnameya jimare 13 pêngavek di rêya rast de ye, û ku dîroka Sûriyê şahidî ji serokekî ku bi vî awayî mafê gelê Kurd nas kiriye, nehatiye dîtin.
Her wiha helbestvan Yûnis Hemê (Bavê Serbst) helbestek li ser tecrûbeya têkoşînê ya rêberê nemir pêşkêş kirin.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah.



