SALVEGERA “47YEMIN” LI SER KOÇA DAWÎ YA BAVÊ NETWA KURD MELA MISTEFA BARZANÎ JI ALIYÊ ENCÛMENA XWECIHÎ YA BAJARÊ DIRBÊSIYÊ VE HAT VEJANDIN.
Her Sal di 1ê avdarê de,gelê Kurd li seranserî Cîhanê bîranîna koça dawî ya bavê neteweya Kurd Mela Mistefa Barzanî vedijînin.
Bi vîneke xurt Îro di roja Yekşemê1.3.2026an de,bîranîna salvegera 47 yemin li ser koçkirina dawî ya Barzaniyê nemir hat vejandin, Ji aliyê xwecihiya bajarê Dirbêsiyê û gundewarên wê,encûmena pakrewan Ciwan Elqutna ya bi ser ENKSê ve,li bajarê Dirbêsiyê .
Herwiha bi beşdarbûna endamê desteya serokatiya ENKSê M.Silêman Oso.
Herwiha bi beşdarbûna kesayetên serbixwe û nûnerên civaka sivîl û rewşenbîr, nûnerên partiyên siyasî û kesayetên civaknasî û olî , herwiha bi beşdarbûna rêxistinên jinan û ciwanan û xwendekaran jî.
Herwiha bi beşdarbûna xelkên herêma bajarê Dirbêsiyê û gundewarê wê.
Di destpêkê de,M. Nîzamedîn Elîko bi navê encûmena xwecihî ya bajarê Dirbêsiyê û gundewarên wê ya bi ser ENKSê ve, bixêrhatina mêvanên beşdar kir.
Piştre xulekek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistan û bi taybet li ser giyanê Barzaniyê nemir bi sirûda Ey Reqîb rawestiyan .
Piştre hin axaftin hatin xwendin di derbarê vê bîranînê de.
Herwiha gotina PDKSê ji aliyê birêz Mîzer Mecîd ve, hat xwendin.
Û gotina wî di derbarê nirxandina kar û xebata bavê neteweya kurdî Barzaniyê nemir de bû.
gotina ENKSê ji aliyê mamoste Silêman Oso ve, hat pêşkêşkirin.
gotina ENKSê di derbarê kurtejiyana Bavê neteweya kurd de, Barzaniyê namir û di derbarê kar û xebata Barzaniyê nemir xwediyê piroja neteweyî ya Kurdî de bû.
Her wiha Oso hemû bûyer û pêşhatên siyasî li ser qada Sûrî bigiştî û bi taybet ya Kurdî anî ziman.
Û bi awayekî zelalmendî li ser kar û xebata ENKSê rawestiya.
Her wiha Oso rola serok Mesûd Barzanî û piştgiriya wî ji bo Kurdên Kurdistana Sûrî bi awayekî bilind nirxand.
Oso di axaftina xwe de,spasiya hemû gelê kurd li Cîhanê kir li ser piştgirtina wan ji bo Kurdên Kurdistana Rojava .
Her wiha Oso,di hemû axaftinên xwe de,li ser giringiya yekrêz û yekhelwesta Kurdî tanî ziman.
Di dawiya gotina xwe de,spasiya hemû beşdaran kir û tekezî li ser berdewamiya kar û xebata ENKSê kir.
Her wiha du helbest jî,li ser Barzaniyê nemir ji aliyê helbestvan Evdalê Amûdê Bavê Tarî û helbestvan Ibrahîm Berces hatin pêşkêş kirin.
Herwiha di dawî de, bi navê xwecihiyê spasiya hemû mêvanên beşdar hate kirin .


Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah.



