Monday, March 2, 2026
  • Language:
  • Arabic
  • English
  • German
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
Ragihandina Encûmena Niştîmanî kurdî li Sûriyê
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne

XWECIHIYA ŞAMÊ CIVÎNA XWE YA ASAYÎ LIDARXIST.

March 1, 2026
in Breaking news, Nûçe, Raporên Taybet
0
0
PARVEKIRIN
0
DÎTIN
Share on FacebookShare on Twitter

XWECIHIYA ŞAMÊ CIVÎNA XWE YA ASAYÎ LIDARXIST.

 

Encûmena Xwecihî ya Şamê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê di roja Şemiyê 28.2.2026’an de,bi beşdarbûna endamê desteya serokatiya ENKSê M.Nimet Dawid civîna xwe ya asayî lidar xist û bi serpereştiya rêberê nemir Mela Mistefa Barzanî bi deqeyek rêzgirtin ji canê şehîdên Kurd û Kurdistanê dest pê kir.

Paşê civîn ji aliyê serokê encûmena xwecihî birêz Luqman Oso ve, bi xêrhatina birêz Nimet Dawid hate kirin, û piştre karê civînê bi xwendina raporta hatî dest pê kirin, li dûv gotûbêja berfireh li ser rewşa rêxistinî hate kirin, ku têde tekezî li ser giringiya bîranîna bûyerên meha Adarê hate kirin, û avakirina komîteyên taybet ên şopandinê ji bo rêkxistina çalakiyan.

Derbarê rewşa siyasî de, birêz Nimet Dawid hûrgiliyên serdana şanda Encûmena Niştimanî ya Kurd bo Şamê, û hevdîtina wan ligel Wezîrê Derve yê Sûriyê Eshed Elşîbanî û herwiha hevdîtina ligel Serokê Sûriyê Ehmed Elşerih, nirxand û balkişand li ser giringiya van hevdîtinan li gorî qonaxa niha. Her wiha balkişand li ser serdana şanda Encûmenê ya ji bo dewleta Qeterê û peyamên girîng ên siyasî ku wê bi xwe re anîne.

Gotûbêj li ser pêwîstiya Encumena Niştîmanî ya Kurdî ku li gorî pêşhatên bilez di warê navxweyî û herêmî de bimeşe, û hebûna xwe ya siyasî bihêz bike bi awayekî ku xizmeta daxwazên gelê Kurd li Sûriyê bike.

Her wiha endamên Encûmenê tekezî li ser rola sereke ya Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî li gel serkirdayetî û gelê Kurdistanê kirin û spasî û pêzanînên xwe ji bo hewl û şiyanên ku pêşkêşî gelê Kurd li Kurdistana Sûriyê kirine ji bo nehiştina metirsiya jinavbirina gelê Kurd li Kurdistana Sûriyê.

Di civînê de amadebûyan rola mirovî ya girîng ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bilind nirxand û tekez li ser wê yekê kirin ku ew yekem bû ku destê alîkariyê dirêjî gelê Kurd kir di demên dijwar de.

Civîn bi tekezî li ser yekrêziya rêzan, û bihêzkirina karê rêxistinî û siyasî li gorî qonaxê û pêdiviyên wê yên neteweyî bi dawî hat.

Ragihandina ENKSê
Rapor: Elî Fatah

ShareTweetPin
Nivîsa Berê

Kurtejiyana Bavê Mezin nemir Mela Mistefa Barzanî.

Nivîsa Paşîn

SALVEGERA “47YEMIN” LI SER KOÇA DAWÎ YA BAVÊ NETWA KURD MELA MISTEFA BARZANÎ JI ALIYÊ ENCÛMENA XWECIHÎ YA BAJARÊ DIRBÊSIYÊ VE HAT VEJANDIN.

Nivîsa Paşîn
SALVEGERA “47YEMIN” LI SER KOÇA DAWÎ YA BAVÊ NETWA KURD MELA MISTEFA BARZANÎ JI ALIYÊ ENCÛMENA XWECIHÎ YA BAJARÊ DIRBÊSIYÊ VE HAT VEJANDIN.

SALVEGERA “47YEMIN” LI SER KOÇA DAWÎ YA BAVÊ NETWA KURD MELA MISTEFA BARZANÎ JI ALIYÊ ENCÛMENA XWECIHÎ YA BAJARÊ DIRBÊSIYÊ VE HAT VEJANDIN.

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne

Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne