Qamişlo.. Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî di belavkirina alîkariyan de berdewam e ..
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî di pêşkêşkirina alîkariyên mirovî û pizîşkî û belavkirina xwarina germ ji bo derbider û malbatên xêzan li Rojavayê Kurdistanê de berdewamin.
Tê zanîn ku roja çarşemê 21 ê Çileya 2026an, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî berê xwe da Rojavayê Kurdistanê û bi hewara birayên xwe yên derbider ve hatin ji bo alîkariyên mirovî pêşkêşî wan bikin.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî di 21ê Çileya 2026an, yekem dezgeha Kurdî bû ku derbasî nava xaka Qamişlo bû û milet bi moralên bilind û bilindkirina alaya Kurdistanê pêşwaziya wan kirin.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ,Dezgeheke mirovî ye, hertim di alîkariya malbatên xêzan, penaberan, û vekirina xuleyên pêşiyî de berdewam e, ku ne tenê li Herêma Kurdistanê lê belê ji derveyî Kurdistanî, weku hin bajar û herêmên Rojavayî Kurdistanê , ku di sala 2023an, yekem dezgeha Kurdî bû derbasî xaka Efrîna Rojavayî Kurdistanê bû, piştgirî da bi hezaran mirovên xêzan ,û ji vê yekê di 10 ê sibata 2023an, bi fermî ofîsa xwe li navenda bajarê Efrînê vekir ji bo berdewamiya pêşkêşkirina xizmetên mirovî û tendirûstî.
Hêjaya were gotin ku, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ( BCF), di sala 2005an de, hatiye damezirandin û ji wê demê ve roleke berçev lîstiye li Kampên koçberan li Herêma Kurdistanê dimînin û herwiha yên ji derveyî Kurdistanê, Û heta niha jî li ser kar û xebata xwe dişopînin.
Ragihandina ENKSê
Qamişlo



