XWECIHIYA AMÛDÊ CIVÎNA XWE YA ASAYÎ LI DAR XISTIN .
Encûmena xwecihî ya bajarê Amûdê ya bi ser ENKSê ve, li navenda xwe roja Sêşemê 17/2/2026 an, civîna xwe ya asayî lidarxist.
Di destpêkê de,hemû endam hatin bixêrhatin û piştre xwecihî kêlîkek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê, û di pêşî de Barzaniyê Nemir rawestiyan.Û piştre lîsta kar gengeşe kirin.
Di civînê de, behsa rewşa rêxistinî bû û amadebûyan rewşa rêxistinî bi taybet rapora ku ji ofîsa karûbarê Encûmenên xwecihî yên bi ser ENKSê ve, hat wergirtin hate xwendin.
Endamên xwecihiyê naveroka raporê gotûbêj kirin û tekezî li ser pêwîstiya amadebûna berdewam û rêgirtin li pêşveçûnên bilez li navçeyên kurdî. Herwiha amadebûyan tekezî li ser giringiya berdewamiya hebûna xwe li baregeha Encûmenê kirin, bi taybetî bi nêzîkbûna meha Adarê û amadekariyên zû ji bo bibîranîna bûyerên neteweyî yên Kurd bi şêweyekî li gor rewşa wan ya neteweyî.
Endaman li ser dawîn pêşhatên siyasî li meydana Sûriyê bi giştî û qada kurdî bi taybetî hatin agahdarkirin, û tê de nirxandinek bi baldarî li ser rewş û guhertinên ku li herêmên kurdî çêdibin hat kirin. Gotûbêj li ser rêkeftina heyî ya di navbera hikûmeta Sûriyê û fermandariya giştî ya hêzên Sûriya demoqratîk de hate kirin, ku ev yek bû sedem ku alozbûna aloziyê sînordar bike û nehêle herêm ber bi rûbirûbûneke leşkerî ve biçe, ku dê encamên wê yên metirsîdar li ser hemû gelê Sûriyê kûrtir bike.
Di civînê de amadebûyan pêzanînên xwe ji bo rola erênî û piştgir ya serkirdayetî û gelê Herêma Kurdistana Iraqê bi serpereştiya rola sereke ya Serok Mesûd Barzanî di rawestana li ber şerekî ku nêzîk bûye û dê bibe karesateke giştalî, nîşan dan. Wan tekez kir ku helwestên wî yên tund li kêleka gelên Kurdistana Sûriyê û doza wan a dadmend, faktereke bingehîn e ji bo rizgarkirina herêmê ji êş û pevçûnên zêdetir.
Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah


