NAVEROKA CIVÎNA XWECIHIYA BARZANIYÊ NEMIR(TIL TEMIR) YA BI SER ENKSÊ VE..
Xwecihiya Barzaniyê Nemir ya bi ser ENKSê ve,li bajarê Til Temir di roja Duşemê 16/2/2026an de civîna xwe ya mehane lidarxistin.
Di destpêkê de, kêlîkek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê, û di pêşî de Barzaniyê nemir rawestiyan.Û piştre lîsta kar gengeşe kirin.
Piştre di civînê de giringtirîn xalên rojeva kar di rewşa rêxistinî û siyasî de hatin gotûbêjkirin
Rewşa rêxistinî: Rapora ku ji Ofîsa Karûbarên Encumena Xwecihî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê wergirtibû hat xwendin
û naveroka wê jî, hate nîqaşkirin.
Her wiha civatê tekez li ser wê yekê kir ku divê xwecihî her dem amade be ji bo guhertinên ku li herêmên Kurdî bi giştî diqewimin û divê em her dem li baregeha encûmena xwe amade bin, bi taybetî ku em nêzîkî meha Avdarê dibin, ji bo amadekariyên baş û amadekarî ji bo çalakiyên netewî yên Kurdî di vê mehê de.
Di qada siyasî de
Di civînê de piraniya bûyer û pêşhatên siyasî yên li ser qada Sûriyê bi giştî û qada kurdî bi taybetî hatin gotûbêjkirin.
Di civînê de amadebûyan rewşa niha û guhertinên ku herêmên kurdî bi giştî dibin şahidê wan gotûbêj kirin, ji wan rêkeftina di navbera hikûmeta Sûriyê û HSDê de, ku pêşketina şer bi derketina şer li herêmê sînordar kir, ku dê karesatan bi xwe re bîne û bandoreke neyînî li ser tevahiya herêmê bike.
Di civînê de her wiha destxweşî û spasiya Herêma Kurdistana Iraqê, gel û serkirdayetiya Herêma Kurdistanê kir, bi taybetî rola sereke ya cenabê Serok Mesûd Barzanî, ku şerekî nêzîk li navçeyê rawestand, ku dê bibûya karesatekê bo hemû gelê Sûriyê, ne tenê kurdan.
Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah



