NÛNERATIYA EWROPA YA “ENKS” BI BERPIRSÊ ŞAXÊ ŞEŞAN YA “PDK” YA BIRATÎ RE HEVDÎTINEK PÊK ANÎ.
Nûneratiya Ewropa ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê bi berpirsê şaxê şeşan ya Partiya Demokrata Kurdistanê ya biratî re hevdîtinek pêk anî.
Di derbarê vê yekê de,Endamê Ofîsa Serokatiya Nûnertiya Ewropa ya ENKSê mamoste Mihemed Emîn Umer ji malpera me ya ENKSê re ragihand û got:
“Nûneratiya Ewropa ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê di çarçoveya bihêzkirina peywendiyên dualî û pêşxistina mîkanîzma hevrêziya siyasî ya hevbeş de,di roja Çarşemê 4.2.2026an de,hevdîtineke fermî ligel berpirsê şaxê şeşan ya Partiya Demokratî Kurdistanî Biradost Serhed Xefûrî pêk anî”.
Her wiha Umer got:
“Di hevdîtinê de rewşa ku gelê Kurd li Kurdistana Sûriyê tê re derbas dibe, bi taybetî li ser pêşhatên dawî hatin gotûbêjkirin.
Her du aliyan tekezî li ser pêwîstiya kar û hemahengiya hevbeş li ser asta Ewropayê kirin, bi armanca gihandina dengê gelê Kurd û doza wî ya dadmend bo navendên biryardanê yên navdewletî.
Mamoste Mihemed Emîn Umer anî ziman û got:
“Di dawiya hevdîtinê de, Her du aliyan tekez li ser giringiya berdewambûna van hevdîtinan hate kirin, ji ber rola wan di xurtkirina peywendiyên siyasî û pêşxistina çalakiyên hevbeş di xizmeta doza Kurd de.
Şanda nûneratiya Ewropa ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ji :
-Serokê nûneratiyê Ebdulkerîm Hacî
-Endamê Ofîsa Serokatiya Nûnertiyê Mihemed Emîn Umer
-Endamên ofîsa Têkiliyan Fesîh Keleş û Baran Dirbas.
Ragihandina ENKSê
Rapor: Elî Fetah



