Thursday, February 5, 2026
  • Language:
  • Arabic
  • English
  • German
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
Ragihandina Encûmena Niştîmanî kurdî li Sûriyê
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne

AMERÎKA Û ÎRAN LI SULTANATIYA OMANÊ HEVDÎTINAN PÊK TÎNIN PIŞTRAST DIKIN.

February 5, 2026
in Breaking news, Nûçe, Nûçeyên Bilez, Nûçeyên Cîhan, Raporên Taybet
0
0
PARVEKIRIN
0
DÎTIN
Share on FacebookShare on Twitter

AMERÎKA Û ÎRAN LI SULTANATIYA OMANÊ HEVDÎTINAN PÊK TÎNIN PIŞTRAST DIKIN.

Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Iraqçî ragihand, ku danûstandin ligel Amerîka derbarê bernameya atomî ya wî welatî hîn jî bo roja Îniyê li Sultanatiya Omanê tên plankirin, tevî ku zanyariyên Akisiyos ragihandiye ku danûstandin li ber têkçûnê ne.

Rayedarekî Amerîkî jî roja Çarşemê piştrast kir ku “Danûstandin dê roja Înê li Sultanatiya Omanê were kirin, li ser daxwaza hevpeymanên Amerîka li herêmê.”

Ev yek piştî wê yekê tê ku Wezîrê Derve yê Amerîka Marko Rubiyo got: “Eger Îranî bixwazin bicivin, em amade ne.” Wî di berdewamiya axaftina xwe de got: “Ji bo ku hevdîtin bigihêjin encamên berbiçav, divê mijarên taybet ên ku di nav wan de menzîla mûşekên wan ên balîstîk, piştgiriya wan ji rêxistinên çekdar ên li herêmê û bernameya wan a nuklerî jî di nav de bin.”

Tahran bi berdewamî tekez kiriye ku divê gotûbêj tenê li ser mijara navokî be, redkirina gotûbêjkirina bernameya mûşekên balîstîk û şiyanên xwe yên berevaniyê.

Araqçî di nivîsa xwe de wiha got: “Hevdîtinên nuklerî yên bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê re roja Îniyê di saet 10.00an de li Muscatê tên plankirin.”
Wî spasiya Sultanatiya Omanê kir “ji bo kirina hemî amadekariyên pêwîst”.

Paşê, Akisyoz ragihand ku danûstandin vegeriyan ser rê û piştî destwerdana çend serkirdeyên Rojhilata Navîn dê li Sultanatiya Omanê bêne kirin.

Medyaya Îranê berî niha ragihandibû, ku Wezîrê Derve yê Îranê Abas Iraqçî dê serokatiya şanda Îranê bike, ku tê de dîplomatên navdar Mecîd Text Rewançî û Kazim Xerîbabadî jî hene û nûnerê Amerîkayê Stîv Wîtkof jî dê nûneratiya welatê wî di gotûbêjan de bike.

Gotûbêjên roja Îniyê di demekê de tên lidarxistin ku di navbera Îran û Amerîka de alozî zêde bûne, ku di rojên borî de gemeke firokhilgir û grûpa wê ya lêdan li Rojhilata Navîn piştî xwepêşandanên dijî hikûmetê bi cih kiribûn.

Tehran pejirand ku zêdetir ji 3,000 kes di dema aloziyan de hatin kuştin, û got ku ew wekî xwenîşandanên aştiyane dest pê kirin berî ku bibin “serhildan” ku kuştin û sabotajê di nav xwe de dihewîne, ku ji hêla Dewletên Yekbûyî û Israîl ve têne gur kirin.
Ji aliyekî din ve, ajansên mafên mirovan ragihandin ku wan kuştina 6 hezar û 872 kesan piştrast kiriye, ku piraniya wan xwepêşander in, di heman demê de rêxistinên din ên mafên mirovan jî amaje bi wê yekê dikin ku îhtîmal e ku hejmara wan gelek zêdetir be.

Ragihandina ENKSê
Rapor: Elî Fetah

ShareTweetPin
Nivîsa Berê

SEROK MESÛD BARZANÎ PÊŞWAZIYA CÎGIRÊ SEROKÊ PARLAMENTOYA EYALETA NORDRAYIN VESTFALIN A ALMANYAYÊ KIR.

Nivîsa Paşîn

NÛNERATIYA EWROPA YA “ENKS” BI BERPIRSÊ ŞAXÊ ŞEŞAN YA “PDK” YA BIRATÎ RE HEVDÎTINEK PÊK ANÎ.

Nivîsa Paşîn
NÛNERATIYA EWROPA YA “ENKS” BI BERPIRSÊ ŞAXÊ ŞEŞAN YA “PDK” YA BIRATÎ RE HEVDÎTINEK PÊK ANÎ.

NÛNERATIYA EWROPA YA "ENKS" BI BERPIRSÊ ŞAXÊ ŞEŞAN YA "PDK" YA BIRATÎ RE HEVDÎTINEK PÊK ANÎ.

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne

Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne