22 emîn salvegera Karesata 1 Sibatê .
Îro Yekşemê 01.02.2026 22mîn salvegera karesata 1ê Sibata 2004an li Herêma Kurdistanê de derbas dibe.
Beriya 22 salan bi taybet roja 1’ê Reşemiyê, milet û kesayetên siyasî ji bo pîrozkirina Cejna Qurbanê ber bi ofîsa Partiya Demokrata Kurdistanê û navenda sêyemîn a Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê ve diçûn.
Du terorîstan xwe teqandin û di encamê de bi dehan serkirdeyên partiyan, kadro, welatî, pisporên medyayê û kesên ji beşên cuda yên civakê ku ji bo pîrozkirina cejnê li wan kom bûbûn hatin kuştin û birîndarkirin.
Siyasetmedarê navdar û cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê Samî Ebdulrehman jî di nav kesên ku di wê karesatê de jiyana xwe ji dest dabûn.
Hikûmeta Herêmê ji bo şehîdên wê karesatê bîrdarîyek çêkir û mezintirîn parka Hewlêrê jî bi navê şehîd Samî Ebdulrehman bi nav kir.
Ragihandina ENKSê
Qamişlo



