Qamişlo.. Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî di belavkirina alîkariyan de berdewam e ..
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî di pêşkêşkirina alîkariyan ji bo derbiderên Rojavayê Kurdistanê re berdewamin.
Herwiha dezgehê da zanîn ku heta niha 255 barhilgirên alîkariyan ji Herêma Kurdistanê gihiştine Rojavayê Kurdistanê, ji wan 7802 malbat alîkarî li ser wan hatiye belavkirin , û 3965 kes çareseriya pizîşkî wergirtiye.
Tê zanîn ku roja çarşemê 21 ê Çileya 2026an, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî berê xwe da Rojavayê Kurdistanê û bi hewara birayên xwe yên derbider ve hatin ji bo alîkariyên mirovî pêşkêşî wan bikin.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî di 21ê Çileya 2026an, yekem dezgeha Kurdî bû ku derbasî nava xaka Qamişlo bû û milet bi moralên bilind û bilindkirina alaya Kurdistanê pêşwaziya wan kirin.
Tê zanîn ku Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî dezgeheke mirovî ye , her tim di alîkariya malbatên xêzan , penaberan, û vekirina xûleyên fêrbûna pêşeyî de berdewam e ,ku ne tenê li herêma Kurdistanê lê belê ji derveyî Kurdistanê.
Ragihandina ENKSê
Qamişlo



