LI TAXÊN ŞÊX MEQSÛD Û EŞREFIYÊ JÎ DI NAV DE ZAROK 8 SIVÎL ŞEHÎD KETIN.
Li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê jî di nav de zarok 8 sivîl şehîd ketin.
Êvariya duh, pêncşemê 8ê Çile, taxên Kurdan li bajarê Helebê rûdaneke xwînrêj bû, ku di encamê de sivîl li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatin kuştin, piştî êrîşan li ser malên niştecihan û xalên pizîşkî, û di encamê de 8 kes hatin kuştin, di nav wan de malbatek û karmendek pizîşkî.
Çavkaniyên xwecihî û çalakvanên ji hundirê bajêr ragihandin ku êrîşên komên çekdar ên girêdayî “Hikûmeta Demikî” gihiştine astên metirsîdar. Li taxa Eşrefiyê, du karmendên nexweşxaneyê hatin kuştin: (Ednan Arif Osman) û (Elî Henîf Osman), ku her du ji gundê “Eyn Hecer ya bi ser Efrînê ye, di encama êrişeke rasterast a wan grûpan de.
Li taxa Şêx Meqsûd maleke sivîlan rastî topbarana rasterast ji aliyê grûpên Hikûmeta Demkî ve hat û di encamê de 6 endamên malbatekê jiyana xwe ji dest dan, ji wan 3 zarok.
Qurbanî ev in:
Emîn Reşo (bav)
Zeyneb Emîn Reşo (keç)
Şêrwîn Hesen (boka malbatê)
Nûra Reşo (zarok)
Emîn Reşo (zarok)
Mîra Reşo (zarok)
Di vê navberê de dayîka bi navê Nûra Hesen bi giranî birîndar bû û piştre ji bo dermankirinê bo nexweşxaneya Xalid Fecir hate veguhestin. Hêjayî gotinê ye ku ev malbat bi eslê xwe ji gundê “Şîtka” yê navçeya Mahbetelî ya gundewarê Efrînê ye Û
di sala 2018’an de bi darê zorê ji herêma Efrînê koçber bûne.
Ji aliyê xwe ve, Rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku di sê rojên borî de ziyanên mirovî li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê bi awayekî berçav zêde bûne di encama şer û pevçûnan û bombebarana berdewam de. Li gor amarên dawî, hejmara qurbaniyên sivîl gehişte 23 şehîd û 98 birîndaran, ku hejmara giştî ya birîndaran giheşte 116 kesan di nava xirabiya rewşa mirovî û pizîşkî de li nava taxên dorpêçkirî.


Ragihandina ENKSê
Rapor:Elî Fetah



