Efrîn…. Tîmên dezgeha Xêrxwaziya Barzanî alîkarî û xizmetên tenduristiyê pêşkêşî koçberên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê li Efrînê dike…
Roja înê 9ê Çileya 2026an, dezgeha Xêrxwaziya Barzanî alîkarî û xizmetguzariyên tenduristiyê pêşkêşî koçberên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê li Efrînê kirin.
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî berê jî roleke berçav di alîkarîkirina xelkê ziyanberketiyên li herêmê de lîstiye, yên ku ji ber şer koçber bûne. Niha jî, ji ber wan aloziyên Helebê, gelek koçber berê xwe dane Efrînê, ku li gor amarên destpêkê, hejmara wan digihîje 22 hezar malbatan.
Di vî warî de, diho 8ê Çileya 2026an,Nivîsîngeha Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li Efrînê, kampanyayeke mezin a mirovî ragihand, ji bo alîkariyên destpêkê ji wan koçberan re dabîn bike, yên ku ji ber vî şerî berê xwe dane Efrînê.
Tê zanîn ku di 6ê Çileya 2026an,hêzên hikûmeta Sûriyê di topbarana herdu taxên kurdan Şêx Meqsûd û Eşrefiyê de berdewame.
Û di encamê de gelek ziyanên madî û canî derketine , ku heta niha 8 sivîlan jiyana xwe ji dest daye û gelek kes jî birîndarbûne.
Û bi hezaran malbat koçber û derbider bûne ji ber tirs û şerê dijwar berê xwe dane Efrînê.



Ragihandina ENKSê
Qamişlo



