ROJA ALA KURDÎ JI ALIYÊ XWECIHIYA BARZANIYÊ NEMIR VE HAT VEJANDIN…
Îro Çarşemê 17.12.2025an encûmenên xwecihî ya Barzaniyê Nemir)li pêş navenda encûmena xwecihî ya bajarê Til Temir,, roja Ala Kurdî vejandin.
Di destpêkê de,serokê xwecihiya Barzaniyê Nemir Azad Hemê bixêrhatina beşdaran kir.
Piştî wê kêlîkek bêdeng li ser giyanên pakrewanên kurd û kurdistan û di pêşî de Barzaniyê Nemir bi sirûda netewî,Ey Reqîb rawestiyan.
Di bernameya pîrozbahiya Alê de, helbestên ku qîmeta ala Kurdistanê û pîroziya wê di dilê gel de bilind dikirin hatin pêşkêşkirin.
Serokê xwecihê her wiha gotarek pêşkêş kir û tê de qonaxên dîrokî yên derketina ala Kurdistanê û wergirtina rengên wê nirxand û balkişand li ser têkoşîn û şoreşên ku gelê Kurd derbas bûne û heta roja îro bi vê sembola neteweyî ve girêdayî ne.
Merasîm bi komek stranên niştimanperwerî ku hezkirina kurdan ji ala xwe re diyar dike û bi pêşandana dîlan û dîlanên folklorîk ên resen ên kurdî ve girêdayî bû, karekterek xweş da.
Di dawiya helkeftê de, serokê xwecihiyê, spasî û pêzanînên xwe ji amadebûyan re derbirî û beşdarbûn û pabendbûna wan bo bibîranîna vê roja pîroz a neteweyî bi nirx û girîng nirxand.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah


