Thursday, December 18, 2025
  • Language:
  • Arabic
  • English
  • German
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
Ragihandina Encûmena Niştîmanî kurdî li Sûriyê
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne

ŞANDEYEK JI ŞEPÊLA PÊŞEROJÊ YA SÛRÎ SERDANA OFÎSA ENKS- Ê LI ŞAMÊ KIR.

December 14, 2025
in Breaking news, Nûçe, Raporên Taybet
0
0
PARVEKIRIN
0
DÎTIN
Share on FacebookShare on Twitter

ŞANDEYEK JI ŞEPÊLA PÊŞEROJÊ YA SÛRÎ SERDANA OFÎSA ENKS- Ê LI ŞAMÊ KIR.

Şandeke mezin û pilebilind a Şepêla Pêşerojê ya Sûriyê bi serokatiya Dr.Zahir Behderanî serokê wê tevgerê serdana ofîsa Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê li paytexta Sûrî li Şamê kir.

Şande ji aliyê Birêz Nehmet Dawid, endamê Serokatiya Encumenê,birêz Mahabad Tizyanî, Berpirsê Ofîsa Pêwendiyan û birêz Luqman Oso, serokê xwecihiya Şamê ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî ve hate pêşwazîkirin.

Di destpêka hevdîtinê de, mamoste Nihmet Dawid bixêrhatina şanda mîhvan kir, piştre -li ser daxwaza şandê- pêşkêşiyek berfireh kir û tê de behsa aliyên dîrokî yên doza kurdî li Sûriyê kir.

Balkişandina li ser zordariya li ser gelê Kurd di encama siyasetên rejîmên li pey hev, nemaze di serdema Esed û bav û kur de, û pirojeyên nerewa yên şovenîstî û nijadperestî ku bi wan re bûn, ji projeya Mihemed Teleb Hilal ya Erebkirina herêmên Kurdî dest pê kir, bi serjimêriya awarte ya Erebî ji sala 1962an heta kemara erebî sala 1972an.

Herwiha Dawid riya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê ji dema damezrandina wê ve, û rola wê di şerê li dijî rêjîma Esed ya hilweşiyayî de nirxand, û bal kişand ser helwestên encumenê di piştgiriya gelê Sûriyê bi hemû pêkhateyên wê re, û beşdarbûna wê di nava Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê de, heta rûxandina rêjîmê di 8ê Kanûna Duyem 2024an de.

Endamên şanda mêhvan bi destwerdanên giranbuha beşdarî gotûbêjan bûn û tê de nerînên xwe yên derbarê pirsgirêka Kurd li Sûriyê û rêyên çareserkirina wê di çarçoveya yekîtiya niştimanî de anîn ziman.

Di hevdîtinê de gotûbêjeke kûr li ser çareseriyên pêwîst û bi hûrgilî hat kirin, û nêrîn li hev hatin ku çareserî li ser bihêzkirina demokrasî û hevwelatîbûna wekhev e, ku ji aliyê Şepêla Pêşerojê ya Sûriyê ve hatiye pêşniyarkirin, ji bilî pêşxistina jiyana hevbeş, û giringîdana bi zimanê kurdî ji ber ku ew zimanê duyem ê fermî ye li welat û zimanê yekem ji gelên herêmên kurdî re.

Hevdîtin bi rola erênî ya Dr. Zahir Bedranî di birêvebirina diyalog û nîqaşan, nêzîkkirina nêrînên hevbeş, û lêgerîna li ser xalanên siyasî yên hevbeş, ku dibe sedema vekirina perspektîfên pêşwazî ji bo xebata hevbeş û avakirina pêşerojê li ser bingeha hevbeş û hevkariya neteweyî li Sûriyeya nû.

Di dawiya hevdîtinê de, şanda mêhvan kêfxweşiya xwe bi vê diyaloga avaker nîşan da û pêşniyara lidarxistina civînên demkî û bi kalîte di paşerojê de kir, bi armanca pêşxistina karê hevbeş û danîna bingeheke bihêz û berhemdar ji têgihiştinê.

Şanda Pêşerojê ya Sûrî ji : Dr. Zahir Bedrani Dr. Muwefiq Elhebeşî, Xanim Rîm Helelî,xanim Semah Mardînî, Xanim Heba Terceman,birêz Majid Elhezim, birêz Mahmûd Qibês,Birêz Eymen Sîrwan, M. Hadî Eleqad,birêz Miheme Seîd Kerîmo, Endezyar Ahmed Hecazî,Xanim Şefa Sewan û birêz Samir Qahweçî ,pêk dihat.

 

Ragihandina ENKSê
Raport: Elî Fetah

ShareTweetPin
Nivîsa Berê

ÎRANÊ CEZAYA DARVEKIRINÊ LI ÇALAKVANA KURD WERÎŞA MERADÎ BETAL KIR…

Nivîsa Paşîn

ŞAM:HEVDÎTINEK DI NAVBERA “ENKS” Û PARTIYA DAD Û GEŞEPÊDANÊ YA SÛRIYÊ HAT LIDARXISTIN.

Nivîsa Paşîn
ŞAM:HEVDÎTINEK DI NAVBERA “ENKS” Û PARTIYA DAD Û GEŞEPÊDANÊ YA SÛRIYÊ HAT LIDARXISTIN.

ŞAM:HEVDÎTINEK DI NAVBERA "ENKS" Û PARTIYA DAD Û GEŞEPÊDANÊ YA SÛRIYÊ HAT LIDARXISTIN.

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne

Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne