ŞAM: ŞANDEKE HEVBENDIYA DEMOKRATÎK A SÛRIYÊ SERDANA OFÎSA XWECIHIYA ŞAMÊ YA BI SER “ENKS” VE KIR.
Di çarçoveya xebatên bi armanca xurtkirina yekîtiya niştimanî û diyaloga avaker di navbera pêkhate û hêzên siyasî yên Sûriyê de, şandeke pilebilind a Hevbendiya Demokratîk a Sûriyê serdaneke dostane li ofîsa Encûmena Niştimanî ya Kurdî li paytexta Sûrî li Şamê kir.
Şanda Hevbendiya Sûriyeya Demokratîk ji :
· Endamê Rêveberiya Hevbendiyê û Berpirsê Têkiliyên Giştî birêz Mihemed Şekîb Elxalid.
· Birêz Qehtan Elhewaş, endamê desteya cîbicîkar, berpirsê ofîsa ragihandinê û berpirsê giştî yê ciwanan.
· Birêz Men Elîsa, endamê ofîsa Şamê ya hevbendîyê.Pêk dihat.
Şande ji aliyê Birêz Nehmet Dawid, endamê Serokatiya Encumenê,birêz Mahabad Tizyanî, Berpirsê Ofîsa Pêwendiyan û birêz Luqman Oso, serokê xwecihiya Şamê ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî ve hate pêşwazîkirin.
Her du alî di atmosfereke dostane û avaker de, giringiya xurtkirina civîn û diyalogên demkî di navbera hêzên siyasî yên Sûriyê de gotûbêj kirin.
Her wiha nerîn li ser geşedanên siyasî yên giştî li ser qada Sûriyê hatin guftûgokirin, bi balkişandina li ser awayên beşdariyê di avakirina Sûriyeya paşerojê de, bi awayekî ku daxwazên gelê xwe bigihêje hemû pêkhateyên wê yên neteweyî û olî, ji bo aramî, aştî, dadperwerî û avakirina dewleteke nenavendî ya demokratîk.
Her wiha her du aliyan tekezî li ser pêwîstiya xebata hevbeş ji bo gihîştina xalên hevbeş ên siyasî kirin, ku bibe navika çalakiyeke niştimanî ya berfereh ku hevgirtina civakî zêde bike û bibe alîkar ji bo derbaskirina kêşeyên heyî û bidestve anîna aştiya gelêrî, li ser bingeha berdewamiya niştimanî ya ku ji diyalogên siyasî û civakî derdikeve û mafên hemûyan garantî dike.
Ev hevdîtin di çarçoweya rêzecivînên diyalogê de ye ku li qada siyasî ya Sûriyê têne lidarxistin, bi armanca nêzîkkirina nêrînan û avakirina pirên baweriyê, ji bo ku bibe alîkar di afirandina hewayek siyasî ya erênî de ku piştgiriya her rêyek rastîn ji bo çareseriya siyasî ya berfireh li Sûriyê bike.

Ragihandina ENKSê
Raport: Elî Fetah



