FÊSEL YÛSIF: BERSIVA DAXUYANIYA NÛNERÊ AMERÎKA BO SÛRIYÊ TOMAS BARAK DA.
Di roja Şemiyê 6.12.2025’an de, M.Fêsel Yûsif,hevrêzê giştî yê Tevgera Çaksaziya Kurdî-Sûriya,endamê desteya serokatiya ENKSê û berdevkê fermî yê ENKSê û endamê şanda Kurdî ya hevbeş li ser rûpela xwe ya Fêsbûkê bersiva daxuyaniya nûnerê Amerîka bo Sûriyê Tomas Barak da.
Serkirdeyê Kurd û berdevkê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê Fêysel Yûsif îro Şemiyê bersiva daxuyaniya nûnerê Amerîka bo Sûriyê Tomas Barak da ku gotibû nenavendî li Rojhilata Navîn û Bilqan bi ser neketiye.
Yûsif diyar kir ku encama Barak ji ezmûnên Iraq, Yûgoslavya û Lubnanê rastiyeke bingehîn û eşkere ji nedîtî ve tê.
Wî her wiha got: “Ne navendîbûn bû sedema wêraniyê, belku navendîbûna tund bû ku ji aliyê rejîmên wan welatan ve tê kirin, bêparkirina gelan ji mafên wan ên netewî, nepejirandina wan ji demokrasî û pirdengiyê, û kirîz û dubendiyên ku li dû xwe hiştiye, ku gelên herêmê heta roja îro jî berdêla wan didin bêyî ku em lihevhatiya Sayiks – Bîko yên li herêmê ji bîr bikin.”
Wî dîyar kir ku “Çareserî zelal û hêsan e: demokrasî, ne navendîbûn, û desthilatdariya gelan jibo rêvebirina karûbarên xwe”.
Wî diyar kir ku “Ewê ne vegerin ser şêwazên kevin ên ku bi ser neketin, her çi qas diyalog li Sûriyê û welatên din derbarê şêwaza rêveberiyê de bidomin.”
Wî got: “Guman tune ku birêz Tomas têdigihe ku ceribandinên herî serketî li cîhanê ceribandinên nenavendîbûnê ne ku aramî parastin û pêşveçûn û bextewarî dest pê kir.”
Ragihandina ENKSê
Raport: Elî Fetah



