Qamişlo… PDK-Sê, 29emîn salvegera herdu xebatkarên Kurd Kemal Derwîş, Şêxmûs Yûsif bi bîranîn.
Îro roja duşemê 3ê mijdara 2025an , Partiya Demokrata kurdistan-Sûriya, 29 emîn salvegera herdu xebatkarên kurd Kemal Derwîş û Şêxmûs Yûsif, li goristana Mehmeqeya bi bîranîn.
Herwiha M, Mihemed Ismaîl Sekirtêrê Partiya Demoqrata Kurdistan-Sûriya, gotinek pêşkêşkir û têde ser rola herdu xebatkaran di tevgera siyasî Kurdî de li Kurdistana Sûriyê û karê wan yên pak di nav refên partî de anî ziman.
Tê zanîn ku Di “3”ê, mijdara “2025”an ,salvegera “29”emîn derbas dibe li ser şehîdbûna her du xebatkaran “Kemal Ehmed Derwîş ” Emîndarê giştî yê berê ya partiya Demokrata kurd li Sûriyê Elpartî , û herwiha xebatkar “Şêxmûs Yûsif “, endamê ofîsa Siyasî ya partiya Çep ,
Û herwiha ev kesayetên xebatkar têkoşer in bi netewayî û niştîmanperweriya xwe di hatin naskirin û bi kar û xebata xwe dikirin ji bo doza Azadiya mafê gelê kurd li Kurdistana Sûriyê ku bigihêje mafê xwe yê rewa .
Û herwiha hin zaniyarî li ser Jiyana her du têkoşerên kurd:
M,Kemal Ehmed Derwîş di sala “1939”, li bajarê Serê Kaniyê ji dayîk bûye, û xwendina xwe ya seretayî û amadayî li dibistanên parêzgeha Hesekê bi dawî kir, û piştre ew li zanîngeha Helebê bawernameya Yasa wergirt.
Û herwiha di derbarê karê xebatkar “Kemal Ehmed Derwîş” di warê Siyasî de:
– Di sala “1958”, tevlî tevgera kurdî û nava refên partî bû.
– Di sala “1970”an de, wekî endamê komîteya herêmî hat hilbijartin.
– Di sala “1977” an de, ji bo endamê komîteya navendî hat hilbijartin.
– Di sala “1979” an de, wek sekirtêrê giştî yê partî Demoqiratî hat hilbijartin , û herwiha di karê sekirtariyê de berdewam kir ta sala “1995”, û piştre di kongirê 7an de ku di buhara “1995”, hat li darxistin, û têde hate hilbijartin ji bo emîndariya giştî ya vê partiyê.
Û herwiha di hilbijartinên civîna” 5 “emîn de ya asayî ya Perlementoya Sûriyê de, Xebatkar “Kemal Ehmed Derwîş “, wekî nûnerê partî û tevgera netewayî ya kurdî li sûriyê û wek endamê meclisa gel ya Sûriyê hat hilbijartin.
Û herwiha ji rexekî dî ve hin zaniyarî li ser Dîroka xebatkar “Şêxmûs Yûsif ”..
: Di sala” 1948″, an li gundê “Elqetraniyê “, yê girêdayî bi navçeya “ÇilAxa “ve ji dayik bûye , û bi niştîmanperweriya xwe di hat naskirin.
– Di sala “1965” an, beşdarî nava refên Partiya Çep ya kurdî bû.
– Di sala “1987”, endamê komîteya navendî hat hilbijartin.
– Di sala “1993” an de wek endamê ofîsa siyasî ya vê partiyê hate hilbijartin.
Û herwiha tê zanîn ku di roja “3 “mijdara sala” 1996 “an , her du Xebatkar çûbûn Hesekê ji Karekî û xebatekê ji Gelê kurd re bikin lê ew rastî bûyereke tirafîkê bûn li ser rêya Hesekê, û di encama vê bûyerê de jiyana xwe ji dest dan û bi merasîmeke geş ji aliyê milet û partiyên siyasî ve li goristana ( Qidûr bek), li Qamişlo bi axê hatin spartin.
 
 
 
 
 
 
 
 
Ragihandina ENKSê
Qamişlo


