HESEKÊ:ÇILROJIYA TÊKOŞERÊ KURD IBRAHÎM GABARÎ LI BAJARÊ HESEKÊ JI ALIYÊ PDK-Sê VE HATE VEJANDIN.
Li ser koçkirina têkoşerê azadiyê Îbrahîm Gabarî re 40 roj derbas bûn…Belgefîlmek ku têkoşîna wî bi bîr tîne
Di roja Yekşemê 2/11/2025an de, li bajarê Hesekê, Partiya Demokrat a Kurdistanî – Sûriyê (PDK-S) çilrojiya koça dawî ya têkoşer Îbrahîm Hac Mihemed Keçî (Îbrahîm Gabarî) bi nîşandana fîlmeke belgeyî ku qonaxên jiyana wî ya têkoşer, bi fedakarî û qurbanîdana dewlemend vedihewîne, bi bîr anî.
Di çalakiya vejandinê de, gelek nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên jin û ciwanan, çalakvanên sivîl û navdarên eşîrên Kurd amade bûn.
Çalakî bi deqeyek rêzgirtin ji bo canê pakê şehîdên Kurd û Kurdistanê û giyanê nemir Mela Mistefa Barzanî û têkoşerê nemir ÎbrahîmGabarî dest pê kir û piştre yekem pêşandana fîlmê dest pê kir û di nava atmosfereke wefadarî û pêzanîna kariyera yek ji sembolên herî diyar ên têkoşîna netewî ya Kurdî de.
Di çalakiyê de, ku li ofîsa partiyê li Hesekê pêk hat, hate ragihandin ku dê fîlm sê rojan bê pêşandan, bi rêjeya du pêşandanên rojane di demjimêrên 5 û 7ê êvarê de, bi armanca naskirina nifşên nû bi jiyana têkoşerekî ku di dîroka tevgera neteweyî ya kurd de nîşaneyeke bêhempa hiştiye.
Di dawiya çalakiyê de, beşdaran nirxandina xwe ya mezin ji bo rêwîtiya Îbrahîm Cabarî û mîrasa wî ya neteweyî anîn ziman û tekez kirin ku girîng e sembolên têkoşînê bên bîranîn û qurbanîyên wan di bîra nifşên pêş de bimînin.
 
 
 
Ragihandina ENKSê
Raport: Elî Fetah



			
			
    