Qurbaniyên teqîna mayînên şer Li Sûriyê ..
Rewangeha Sûrî ya mafê mirovan ragihand ku hîn jî ,bermahiyên şer di nav de mayînên teqemenî û neteqemenî hene ku nîgeraniyeke mezin li cem gelê Sûriyê çêdike .
Li gorî raporta tora Sûrî ya mafê mirovan, ji destpêka meha 9 an ya 2025an, de , di encama teqîna mayîn û paşmayên şer li Sûriyê 13 sivîl jiyana xwe ji dest dan, û 51 kesên sivîl birîndarbûn .
Herwiha Rawengeha Sûrî ya mafê mirovan ragihan ku li navçeyên di bin kontrola hikûmata Şamê de 12 sivîl di nav wan de 4 zarok hatin kuştin û 47 sivîl ji wan 19 zarok birîndarbûn.
Û li navçeyên din bin kontrola hêzên Sûriya Demoqratîk (HSD)de 2 zarok birîndar bû .
Herwiha navçeyên di bin kontrola Artêşa Niştîmanî de Zarokek hat kuştin û 2 zarokên din jî birîndarbûn.
Ragihandina ENKSê
Qamişlo



