Serok Mesûd Barzanî serdana hêzên Pêşmergeyan li eniyên şer kir.
Roja înê 31ê Cotmeha 2025an, Serok Mesûd Barzanî serdana sengerên Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kir .
û di civînekê de ligel fermandeyan, ronahî xist ser rewşa siyasî ya herêmê.
Li gor daxuyaniya ku ji aliyê Baregeha Barzanî ve hatiye belavkirin, Serok Mesûd Barzanî îro 31ê Cotmehê, serdana sengerên Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kir.
Serok Barzanî piştî ku ji nêz ve agahdarî derbarê rewşa hêzên Pêşmergeyan wergirt, li gel hejmarek pieder û efser û fermandeyên Hêza Pêşmergên kurdistanê re civiya û derbarê rewşa siyasî de agahiyên pêwîst pêşkêş kir.
Ragihandina ENKSê
Qamişlo



