NAVEROKA CIVÎNA XWECIHIYA BARZANIYÊ NEMIR(TIL TEMIR) YA BI SER ENKSÊ VE..
Xwecihiya Barzaniyê Nemir ya bi ser ENKSê ve,li bajarê Til Temir civîna xwe ya asayî di roja Yekşemê 28/9/2025an de lidarxistin.
Di destpêkê de, kêlîkek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê, û di pêşî de Barzaniyê nemir rawestiyan.Û piştre lîsta kar gengeşe kirin.
Piştre di civînê de giringtirîn xalên rojeva kar di rewşa rêxistinî û siyasî de hatin gotûbêjkirin
Rewşa rêxistinî: Rapora ku ji Ofîsa Karûbarên Encumena Xwecihî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê wergirtibû hat xwendin
û naveroka wê jî, hate nîqaşkirin.
Rewşa Siyasî beşdaran nûtirîn nûçeyên li ser qada Sûrî bi giştî û ya Kurdî bi taybetî nîqaş kirin, di serî de vexwendina hikûmeta demkî ya Sûrî ji Encûmena Niştimanî ya Kurdî re bo serdana Şam û civîna rayedarên li wir. Endamên civînê dîyar kirin ku ev bang tê wê rastiyê ku Kurd pêkhateyeke bingehîn û esasî ya gelê Sûrî ne û bêyî ku mafên Kurdan were naskirin û doza wan a adil bê çareserkirin, ne çareserîyeke siyasî ya adil û ne jî aramîyeke mayînde li welêt pêkan e.
Civînvanan herwiha bi tundî bûyera agirbestê ya ku roja Pêncşemê 25ê Îlona 2025an li avahiya Encûmena xwecihiya Amûdê pêk hat şermezar kirin, û gotin ku van kiryaran armanca wan ew e ku fitne çêbikin û yekitiya Kurdan têk bibin, her wiha hewldanek e ku hewldanên ji bo pêşxistina nêzîkbûn û têgihîştina Kurdan têk bibe. Encûmena xwecihî hevgirtina xwe ya bi temamî bi xwecihiya Amûdê re diyar kir û got ku ew ê li gel endamên wê li hemberî van kiryarên şermezarkirî bisekinin.
Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah



			
			
    