Rêxistina Jinên PDKSê di roja Yekşemê,7.9.2025an de, li navenda PDKSê ya Hesekê, şevbihêrkek Kevneşopî li dar xist û hejmarek rewşenbîr, hunermend û kesên ku bi karûbarên çandî re eleqedar in, beşdar bûn.
Çalakî bi xuleke rêzgirtinê ji bo şehîdên Kurd û Kurdistanî û ji bo giyanê bavê gelê Kurd Barzaniyê nemir bi sirûda Ey Reqîb dest pê kir.
Di vê êvarê de, gelek beş hatin pêşkêşkirin.
Xanim Diya Adnan li ser pêdiviyên folklorî û karanîna wan agahî dan, di heman demê de hunermenda ciwan Diyana Hesari jî li ser stranên kevneşopî yên Kurdî pêşkêş kirin.
Nivîskar Yûnis Hemê (Bavê Serbest) jî li ser çîroka “Derwîşê Ebdî” axivî û hunermend Ehmed Hemzo jî stranên folklorî pêşkêş kirin.
Di vê êvarê de, pêşangeha modên jinên kurd ji herêmên cuda yên Kurdistanê ji aliyê komek keçan ve hate pêşandan, her wiha stranên neteweyî û niştimanî ji hunermend Masûm Şekakî û hunermendê ciwan Azad Şekakî hatin pêşandan.
Bi vî awayî, şevbihêrk di nav têkoşîna beşdaran de, bi dawî bû, ku girîngiya parastina Kevneşopiya kurdî wekî beşeke resena nasname û çanda gelê kurd tekez kirin.
Ragihandina ENKSê
Raport : Elî Fetah