Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li bingeha Şedadê li gundewarê Hesekê perwerdeyan li dar dixin.
Çavkaniyekî herêmî ragihand ku hêzên Hevpeymaniya Navdewletî, êvara înê li baregeha Şedadê, perwerdeyek leşkerî ya bi çekên zindî li dar xist û heta sibeha Şemiyê 6ê Îlona 2025an berdewam kir.
Li gor çavkaniyekî herêmî, di meşên leşkerî de bombebarana bi ronahiyê, beşdarbûna hewayî, şibandina şêwazên şer û perwerdeyên taktîkî yên berfireh hebûn.
Çavkaniyê da zanîn ku armanca wan perwerdeyên leşkerî ew e ku hêzên li bingehê amade bin li hember her gefeke muhtemel.
Ragihandina ENKSê
Raport: Elî Fetah