Xwecihiya Rojhilatî Qamişlo civîna xwe ya asayî li darxist.
Îro roja înê 29 Tebaxa 2025an, Encûmena Xwecihiya Rojhilatî Qamişlo ya bi ser ENK_Sê ve, civîna xwe ya asayî li darxist bi beşdarbûna piraniya endaman.
Di destpêkê de xuleke bêdeng li ser giyanê pakrewanên kurd û kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir rawestiyan.
Hejmarek babet û mijarên giring ser asta siyasî û rêxistinî di civînê de hate gotûbêjkirin.
Û Beşdaran her wiha rewşa siyasî ya Sûriyê bi giştî bi taybetî ser qada Kurdî û bûyer û pêşketinên dawî goftûgokirin, .
Hereiha civînê de, hilbijartinên navxweyî hatin lidarxistin, di encamê de Birêz Xalid Emîn wek Serokê Encûmena Xwecihî ya Rojhilatî Qamişlo hat hilbijartin, û her weha du cîgir ji nav endamên Encumenê hatin hilbijartin.
Civîn bi piştrastkirina piştgiriya berdewam a hewildanên Encûmena Xwecihî ya Rojhilatê Qamîşloyê û beşdariya wê ya çalak di xurtkirina têkiliya civakî û siyasî de ji bo xizmetkirina xwestekên gelê Kurd ji bo azadî, edalet û demokrasiyê .
Ragihandina ENKSê
Qamişlo