Dezgeha xêrxwaziya Barzanî li kampa Kewregoskê ya Penaberên Rojavayê Kurdistanê xuleke fêrkirina dirûtinê ji bo jinan vekir.
Li gorî Dezgeha xêrxwaziya Barzanî li ser rûpele xwe ya Facebookê belavkiriye :
Ku BCF bi hemahingiya PDK_Sê, roja 18/8/2025an, li centera Dr, Nûredîna Zaza li kampa Kewregoskê ya bi ser parêzgeha Hewlêrê ve xulek ji bo jinan vekir.
Û Dezgehê serbar kir ku di vê xuleyê de 24 jin ji kampê beşdarbûn.
Hêjaya were gotin ku Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî di alîkariya penaberan û vekirina xuleyên fêrkirinê û li darxistina çalakiyan de berdewam e.
Ragihandina ENKSê
Qamişlo