QUMANDARIYA NAVENDÎ YA AMERÎKÎ RAGIHAND KU KARBIDESTEKÎ PAYEBILIND Ê DAIŞ’Ê LI SÛRÎ KUŞTINE.
Fermandariya Navendî ya Amerîkî ragihand ku hêzên wan karbidestekî payebilind yê DAIŞ’ê li Atma ya Sûriyê kuştine.
Komandariya Navendî ya Amerîkî li ser rûpela xwe ya Fêsbokê got: “Di 19ê Tebaxa 2025an de, hêzên Komandariya Navendî ya Amerîkî operasyoneke serkeftî li bakurê Sûriyê pêk anîn, ku di encamê de rêberekî bilind yê rêxistina DAIŞê û alîkarekî sereke ku êrîşên li Sûrîyê û Îraqê plan dikir, hate kuştin”.
Her wiha zêde kir û got:”Têkelîyên berfireh di nav tora DAIŞ’ê de li herêmê hebû, ku ew yek jî gefeke rasterast bû bo hêzên Amerîkî û hêzên hevpeymanî û hikûmeta nû ya Sûrî”.
Ragihandina ENKSê
Raport: Elî Fetah