QAMIŞLO: “ENKS” ŞANDEYA “PDPKS” PÊŞWAZÎ DIKE.
Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê, şandeya Partiya Demokratîk a pêşverû ya Kurd li Sûriyê pêşwazî dike
Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê, roja Pêncşemê 21ê Tebaxa 2025an, li navenda xwe ya li bajarê Qamişlo, şandeyek ji polîtburoya Partiya Demokratîk a Pêşverû ya Kurdî li Sûriyê, ku ji mamoste Geylan Oskan, Enes Ebdî û Sadûn Mistefa pêk dihat, pêşwazî kir.
Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurd mamoste. Muhemed Isma’îl û endamên desteya Serokatiya ENKSê mamoste. Fêsel Yûsif,Silêman Oso û Nihmet Dawid di pêşwazîkirina şandeyê de bûn.
Di hevdîtinê de, her du aliyan behsa mijarên bingehîn ên girêdayî doza Sûriyê û mafên gelê Kurd kirin û girîngiya yekitiya helwesta Kurdan û pêkanîna encamên konferansa yekrêzî û yekhelwesta Kurdî ku di 26ê Nîsana borî de hatibû lidarxistin, hat tekezkirin.
Her wiha her du aliyan tekezî li ser pêwîstiya pêşxistina û xurtkirina têkiliyên bi hêzên navneteweyî, herêmî û niştîmanî re kirin, da ku bibin sedema pêkanîna hêviyên Sûriyan ber bi avakirina dewleteke demokratîk a federal a piralî, ku mafên gelê Kurd li gel mafên hemû pêkhateyên Sûriyeyê misoger bike.
Ragihandina ENKSê
Raport: Elî Fetah