MUWEFEQ TERÎF BANG LI AMERÎKAYÊ DIKE KU LI SÛRIYÊ DURZIYAN BIPARÊZE.
Rêberê mezhebê Durziyan li Îsraîlê nameyek ji Serokê Amerîka Donald Turamp re şand û daxwaz ji wî kir ku “minorîteya Durziyan li Sûrîyê biparêze
Li gor nûçeya rojnameya “Îsraîl Hiyom” serkirdeyê ola Durziyê li Îsraîlê Muwefeq Terîf di nameya xwe de got: “Divê Amerîka minorîteya Durziyan li Sûriyê biparêze ji komkujiyên berdewam ên ku ji aliyê milîsên tundrê ve têne kirin û hikûmet nikare rewşê kontrol bike”.
Di nameya xwe de ku bi rêya balyozê Amerîkî yê Îsraîlê Mayik Hakabî ji Serok Turamp re şandî, Terîf wiha got: “Em rûbirûyê dîmenên hovane yên komkujiyê dibînin, di êrîşeke xirab de li ser sivîlanên Durzî yên bêguneh.
Dewletên Yekbûyî, serokê cîhana azad, dihêle ku ev bibe û çavê kor bizivire. “
Muwefeq Terîf wiha got: “Ne pêkan e ku mirov van kiryarên hovane ji bo pêkanîna desthilata desthilatdar û tunekirina hemû mafên sivîl, bi sûcên li dijî mirovahiyê û komkujiyê, bê ber çavan bihêle”.
Muwefeq Terîf wiha got: “Ne pêkan e ku mirov van kiryarên hovane ji bo pêkanîna desthilata desthilatdar û tunekirina hemû mafên sivîl, bi sûcên li dijî mirovahiyê û komkujiyê, bê ber çavan bihêle”.
Ragihandina ENKSê
Raport: Elî Fetah