ŞANDEYEK JI PDKSê SERDANA OFÎSA ENKSê YA ŞAMÊ KIR
Şanda Partiya Demokrata Kurdistanî (PDKS) serdana Ofîsa Encûmena Niştimanî ya Kurd ya li Şamê kir. ku şandeyê nirxandina xwe ya bilind a rola Encûmena Niştimanî ya Kurd di qada siyasî ya Kurd û Sûrî de anî ziman û bi rêya axaftina serokê şandeyê Mamoste. #Masûd Mihemed rola sereke ya ku Encûmena Niştimanî di nûnertiya doza Kurd de, dilîze û tekez li ser girîngiya berdewamkirina kordîneya di navbera hêzên siyasî yên Kurd de di vê qonaxa hesas û durist de anî ziman.
Ji aliyê xwe ve Mamoste #Luqman Oso serokê encûmena xwecihiya Şamê ya bi ser Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ve,axavtinek kir,di derbarê têkoşîna tevgera Kurdistanî bi serhildana Adara 2004an ve, diyar dike ku çawa damezrandina Encûmena Niştimanî ya Kurdistanî di 2011an de Ji bo rêxistinkirin û yekgirtina xeta Kurdan di çarçoveya neteweyî ya komî de.
Her wiha Mamoste #Mehabad Teziyanî berpirsê ofîsa têkiliyên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Şamê jî axaftinek kir. Tecrûbeya Herêma Kurdistana Iraqê û helwestên dîrokî yên serokê gel Mesûd Barzanî tekez li ser girîngiya bikaranîna vê tecrûbeyê di kişandina taybetmendiyên rewa yên doza neteweyî ya Kurd û mafên wê di avakirina Sûriyeya nû de kir.
Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah