BERNAMEYA XWARINÊ YA CÎHANÊ LI DIJÎ HIŞKBÛNA LI SÛRIYÊ SÎGORTA XWARINÊ DISTÎNE.
Bernameya Xwarinê ya Cîhanê li dijî hişkbûna li Sûriyê sîgorta xwarinê distîne.
Bernameya Xwarinê ya Cîhanê ya Neteweyên Yekbûyî ragihand ku wan 7.9 mîlyon dolar ji bo sîgorta li dijî hişkbûnê ya li Sûrîyê wergirtine ku bi hevkariya şîrketên Hawden, Hêskokis û Suwîs Rî hatiye çêkirin.
Matiyo Dobirwîl, şêwirmendê serekî yê PEPê yê bo darayî û sîgorta xeterîya karesat û hawayê, di daxuyaniyekê de ji Reutersê re got:
“Ev rewş 50 salê carekê çêdibe, û aktîvkirina belgenameyê li ser mercên sê herêmên Sûriyê ye, du ji wan bi rêjeya 100% şert û mercên wergirtina qezencan pêk anîne, li herêma sêyem jî rêjeya 80% e.
Dobirwîl got ku fikrê vê belgeyê dema ku bernameya Xwarinê ya Cîhanê (WFP) xwest ku ew pargîdaniya xwe berfireh bike bo welatên nexweş yên li derveyî çar grûbên metirsîdar ên herêmî.
Ragihandina ENKSê
Raport: Elî Fetah