NAVEROKA CIVÎNA GRÎNGEHA ROJAVA YA ENCÛMENÊN XWECIHÎ YÊN BI SER ENKSÊ VE.
Gerîngeha Rojava ya encûmenên xwecihî yên bi ser ENKSê ve, civîna xwe ya asayî di roja Duşemê 7/7/2025an de,li bajarê Qamişlo li darxistin .
Herwiha bi amadebûna Serokê ofîsa Karûbarên Encumenên xwecihî birêz Neşet Zaza û endamên Nivîsgeha Karûbarên Encûmenên Xwecihî, û amadebûna serokên encûmenên xwecihî.
Di destpêkê de bixêrhatina amadebûyan hate kirin û ji bo giyanê pakê şehîdên Kurdistanê bi serdestiya nemir (Mele Mistefa Barzanî) deqîqeyek rêz hate girtin.
Piştre civatê mijarên rêxistinî yên girêdayî xebatên Encûmenên xwecihî yên di dema borî de nîqaş kirin û mekanîzmaya xebatê ji aliyê rêveberiyê û rêxistinî ve nirxandin.
Di rewşa siyasî de,Mamoste.Neşet Zaz behsa rewşa nû ya li Sûriyê û guhertinên siyasî, aborî û civakî yên ku li wî welatî rû didin kir û da zanîn ku Encûmen van pêşketinan ji nêz ve dişopîne. Wî dîyar kir ku serdana şandeya Kurd bo Şamê pêwîstî bi kordînasyon û amadekariyên baştir heye.
Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah