BIRÎTANIYA SOZ DIDE KU PIŞTGIRÎ BIDE XWENDIN Û ÇANDINIYÊ LI SÛRÎ
Brîtanya soz dide ku piştgirî bide xwendin û çandiniyê li Sûriyê
Wezîrê Derve yê Sûriyê vexwendinek fermî wergirt bo serdana paytexta Birîtaniya Londonê, di pêngavekê de bo jinûve danîna peywendîyên dîplomatîk di navbera her du welatan de, piştî salên qutbûnê.
Ofîsa çapemeniyê ya Wezareta Derve ya Sûriyê ragihand ku Wezîrê Derve, Eshed Hasen Şêbanî, di dema pêşwazîkirina Wezîrê Derve yê Brîtanyayê, Dêvid Lamî de, vexwendinek fermî wergirt ji bo serdana paytexta Brîtanyayê, Londonê, di pêngaveke ber bi nûvekirina têkiliyên dîplomatîk di navbera her du welatan de piştî salên qutbûnê.
Li gor ofîsa çapemeniyê ya Wezareta Derve ya Sûriyê, di civîna li Şamê de her du aliyan li hev kir ku ji bo vekirina Balyozxaneya Komara Sûriyê li Londonê bixebitin, li gel avakirina Desteya Aborî ya Sûrî-Britanyayê ku armanca wê pêşxistina hevkariya hevbeş di warên aborî û veberhênanê de ye.
Wezîr Lamî got ku hikûmeta welatê wî soz daye ku piştgiriya sektora çandiniyê û perwerdeyê li Sûriyê bike, û tekez kir ku Birîtaniya dixwaze ku beşdarî projeyên pêşketinê bibe ku armanca wan başkirina jiyan û xizmetguzariyê ye.
Ragihandina ENKSê
Raport: Elî Fetah