ŞAM: HEVRÊZÊ TEVGERA CIWANÊN DEMUKRAT SERDANA OFÎSA XWECIHIYA ŞAMÊ YA BI SER ENKSê VE KIR
Kordînerê Tevgera Ciwanên Demukrat Hemze Ismaîl û nûnerê tevgerê Keman Ebdulah serdana ofîsa xwecihiya Şamê ya bi ser Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ve, kirin.
Her wiha ji aliyê mamoste Luqman Oso serokê xwecihiyê û endamên wê ve hatin pêşwazîkirin.
Di hevdîtinê de, rewşa Sûrî bi giştî û ya Kurdî bi taybetî hatin gotûbêjkirin û tekez li ser piştgiriya nêrîna yekgirtî ya Kurdan li ser doza Kurd li Sûriyê û hewldanên ji bo danîna derfetê li pêş hêza ciwanan û qabiliyetên ji bo baştirkirina performansa ENKSê û pêşxistina dezgehên wê bi awayekî ku xizmeta berjewendiyên giştî yên gelê Sûrî û Kurd bi taybetî hat kirin.
Ragihandina ENKSê
Raport: Elî Fetah