NAVEROKA CIVÎNA XWECIHIYA ROJAVA YA HESEKÊ YA BI SER ENKSÊ VE.
Xwecihiya Rojava ya Hesekê ya bi ser ENKSê ve,di roja Duşemê 30.6.2025an civîna xwe ya asayî lidarxistin.
Di destpêkê de, kêlîkek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê, û di pêşî de Barzaniyê nemir rawestiyan.Û piştre lîsta kar gengeşe kirin.
Di civînê de giringtirîn xalên rojeva gotûbêj kirin.
Civatê rol û bandora çalak a Encûmenê di qada siyasî de tekez kir. Her wiha behsa kar û çalakiyên xwe yên xwecihiyê kir û bal kişand ser girîngiya destpêkirina serdanên dewranî yên partiyên siyasî yên Kurd, Ereb, Ermenî û Suryanî, her wiha kesayetiyên civakî û çandî.
Di civatê de, endamên civînê behsa rola xwecihiyan ya girîng kirin, bi taybetî di bin şert û mercên heyî de û di encama têgihîştinên di navbera çarçoveyên siyasî yên cuda de, bi taybetî piştî Konferansa Yekrêzê û yekhelwesta Kurdî
Herwiha endaman mekanîzmaya xebata xwecihiyê û awayên pêşxistina wê bi hevkarî di navbera endaman de nirxandin.
Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah