68EMÎN SALVEGERA DAMEZIRANDINA PARTIYA YEKEMÎN LI KURDISTANA SÛRÎ JI ALIYÊ PDKSÊ VE HAT VEJANDIN.
Di roja Şemiyê 14.6.2025an de,68 saliya damezirandina partiya yekemîn li Kurdistana Sûrî ji aliyê rêxistina Hesekê,ya bi ser PDKSê ve,li Hola Semerqend li bajarê Hesekê hat vejandin.
Herwiha bi beşdarbûna nûnerên partiyên siyasî,şandên encûmenên xwecihî yên bi ser ENKSê ve.Herwiha bi beşdarbûna kesayetên serbixwe,rewşenbîr,civakî û rêxistinên ciwanan û jinan.Û bi beşdarbûna cemawerên xwedî piroja netewî.
Herwiha ahing bi kêlîkek bêdeng li ser giyanê pakrewanên Kurd û Kurdistanê û Barzaniyê Nemir bi sirûda Ey Reqîb dest pê kir.
Di destpêkê de, Mamoste Beşîr Ebdulqadir, axaftinek pêşwazî kir, ku tê de pêşwazî li beşdaran kir, û behsa dîroka damezrandina Partiya Demokratîk a Kurdistanî, wekî yekem rêxistina siyasî li Kurdistana Sûriyê, ji aliyê têkoşerên siyasetmedarên Kurd ve.
Ebdulqadir herwiha tekez kir ku ew dê bi rêbaza Barzaniyê nemir re, bi rêbaza demokratîk a Kurdistanî re girêdayî bimînin, û destnîşan kir ku pêdiviya hevgirtina aştiyane bi pêkhateyên herêmê re heye.
Herwiha gotina Encûmena niştîmaniya kurd li Sûriya ji aliyê M, Elî Dawid” ve hate pêşkêşkirin…
Piştre,M.Beşar Emîn endamê ofîsa siyasî ya PDKSê axaftinek kir û bixêrhatina amedebûna kir û spasiya wan kir li ser beşdariya wan bo vejandina 68 saliya damezirandina partiya yekemîn li Kurdistan Sûrî.
Herwiha Emîn di axaftina xwe de,bahsa giringiya damezirandina partiya yekemîn û rola wê di wê qonaxê de, kir.
Her wiha gotina herdu xwecihiyên Hesekê yên bi ser ENKSê ve,ji aliyê mamoste Hejar Mio ve,hat pêşkêşkirin.
Herwiha gotina Yekîtiya Jinên Kurdistan Sûriya ji aliyê berpirsa rêxistina Hesekê Bêrîvan Heso ve,hat xwendin.
Her wiha Helbestvan û nivîskarê Kurd Yûnis Hemê di derbarê vê ahingê de,axaftinek pêşkêş kir.
Herwiha gotina Yekîtiya Xwendevan û Ciwanên Demokratî Kurdistana Roj Ava ji aliyê M.Mehabat Xelîl seroka şaxê Hesekê hat xwendin.
Ahing bi xwendina helbestên neteweyî ji hêla helbestvan Yûnis Hemê, helbestvan Ridwan Yûsif, û komek stranên neteweyî ji hêla hunermend Masûm Şekakî, û hunermendê ciwan Azad Şekakî ve bi dawî bû.
Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah.