Qamişlo..PDK-Sê 68emîn salvegera damezrandina yekemîn partî li Kurdistana Sûriyê vejand…
Îro roja Şemiyê” 14″ê pûşbera sala” 2025″an, 68 sal li ser damezrandina partiya Demokrata Kurdistan-Sûriya ve derbas dibe, û bi vê boneyê PDK-Sê ev roj vejand bi ahingek bi coş bi beşdarbûna hejmarek mezin ji cemawer û endam û serkirdeyên partî û encûmena Niştîmanî û rêxistinên jinan û tevgerên ciwanan li hola Efrîn ya li Qamişlo hat vejandin.
Û herwiha di destpêkê de xuleke bê deng rawestiyan li ser giyanê pakrewanên kurd û Kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir..
Û piştre bi boneya vê salvegerê de gotina partî Demokrata Kurdistan- Sûriya, ji aliyê M,Mihemed Ismaîl ”sekirtêrê partiya PDK_Sê, ve hat xwendin û têde li ser rol û giringiya kar û xebata partî ji dema damezrandina wê ta niha anî ziman..
Û gotina Encûmena Niştîmaniya Kurdî li Sûriya ji aliyê M, Silêman Oso ve hate xwendin û derbarî berdewamiya têkoşîn û xebata Partî di nava tevgera siyasî û Kurdî de bi armanca Yekrêzî û yekhelwesta Kurdî axifî.
hêjaya were gotin ku 68sal kar û xebata partî berdewam e li ser rêça Barzaniyê nemir ta gihiştina kurdan mafên xwe yên rewa ..
Û di vê helkeftinê de çend stran ji aliyê koma Narîn û Orkêş û Serxwebûn a hûner û filklorên kurdî û helbest derbarê damezrandina partî hatine pêşkêşkirin….
Ragihandina ENKSê
Qamişlo