AMERÎKA HEMÛ BINGEHÊN XWE VALA DIKE Û TENÊ BINGEHEKE XWE LI SÛRÎ WÊ BIHÊLE.
Amerîkayê hemû bingehên xwe vala dike û tenê bingeheke xwe li Sûriyê hişt.
Çavkaniyên Amerîkî eşkere kirin ku Amerîka dê yek bingehê xwe bidomîne û hejmara hêzên xwe yên li Sûrîyê kêmtir bike heta 1000 leşker.
Li gor kanala El Cezîre, çavkaniyên Amerîkî got ku Amerîka dê hemû bingehên xwe yên li Sûriyê, di nav de jî bingehê El Tanf, li sêgoşeya sînorî ya bi Urdun û Iraqê re, ji holê rake û da zanîn ku hejmara hêzên wê dê kêmtir ji hezar leşkeran be.
Çavkaniyê piştrast kir ku hêzên Amerîkî yên li Sûriyê dê hemû bingehên xwe li Sûriyê berdin, û bingeheke leşkerî ji her heşt bingehên xwe, li derdora Heskê li bakurê rojhilatê Sûriyê diparêze.
Çavkaniyê diyar kir ku hejmara leşkerên Amerîkî yên li Sûriyê dê heta dawiya vê salê kêmtir ji hezar kesî be, “eger rewş baş be”.
Roja Duşemê, Balyozê Amerîkî li Enqereyê û Nûnerê Taybet yê Sûrîyê Tom Barak eşkere kir ku “ji 8 bingehên leşkerî, dê tenê bingehek bi dawî bibe”, ku nîşan dide ku Amerîka dixwaze leşkerên xwe li Sûrîyê kêm bike.
Ragihandina ENKSê
Raport: Elî Fetah