AMERÎKA HEJMARA BINGEHÊN XWE YÊN LI SÛRÎ KÊM KIR.
Amerîkayê hejmara bingehên xwe yên li Sûriyê kêm kir
Balyozê Amerîkî li Enqereyê û nûnerê taybet yê Sûriyê dîyar kir ku welatê wî ber bi sîyasetên cûda ve diçe ku ew bi dehan salên borî pêkanîbûn.
Di hevpeyvînekê de ligel kanala “NTV” ya Tirkiyê, Tom Barak, balyozê Amerîkî li Enqerê û nûnerê taybet yê bo Sûriyê got: “Polîtîkayên me yên heyî li hember Sûriyê wê ne mîna polîtîkayên sed salên borî bin, ji ber ku ew polîtîkayên serkeftî nebûne”.
Di derbarê hebûna leşkerî ya Amerîkî li Sûrîyê, Barak dîyar kir ku ewê hejmara bingehên leşkerî yên Amerîkî li wî welatî kêm bike. Wî got, “Ji 8 bingehên leşkerî, dê tenê yek bingeh bi dawî bibe”, ku nîşan dide ku Waşinton dixwaze leşkerên xwe yên li Sûrîyê kêm bike
Ragihandina ENKSê
Raport: Elî Fetah