XWECIHIYA BARZANIYÊ NEMIR CIVÎNA XWE YA ASAYÎ LI DAR XISTIN Û SEROK Û CÎGIRÊ WÎ HILBIJARTIN.
Xwecihiya Barzaniyê Nemir ya bi ser ENKSê ve,bi amadebûna piraniya endamên xwecihiyê,li bajarê Til Temir civîna xwe ya asayî di roja yekşemê 25/5/2025an de lidarxistin.
Di destpêkê de, kêlîkek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê, û di pêşî de Barzaniyê nemir rawestiyan.Û piştre lîsta kar gengeşe kirin.
Piştre di civînê de giringtirîn xalên rojeva kar di rewşa rêxistinî û siyasî de hatin gotûbêjkirin
Rewşa rêxistinî: Rapora ku ji Ofîsa Karûbarên Encumena Xwecihî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê wergirtibû ji aliyê cîgirê serokê Xwecihiyê birêz Isma’îl Xero ve,hat xwendin
û naveroka wê jî, hate nîqaşkirin.
Wê her wiha daxwaz kir ku pabendbûna bi bûyer û çalakiyên civakî û kirina bêtir kar ji bo pêşxistina xwecihiyê.
Û tekez kir ku bêtir hewl bidin ku xwecihiyê pêş bixin û di ruhê yek tîmê de bixebitin, da ku xizmeta gelê me û doza me ya Kurd bikin
Di warê siyasî de: Pêşhatên dawî û pêşhatên siyasî yên li qada navneteweyî, navçeyî û navxweyî hatin gotûbêjkirin.
Û bi dirêjahî li ser konfiransa yekrêzî û yekhelwesta Kurdî û bi taybetî li ser avakirina şandeyeke hevbeş û helwesta siyasî ya yekgirtî ya nûnertiya gelê kurd di danûstandinên bi Şamê re ji bo tesbîtkirina mafên gelê kurd di destûra welêt de û avakirina dewleteke demokratîk û pirreng û ne navendî ya ku di 26/4/2025an de,hatibû lidarxistin rawestiyan.
Di dawiyê de, serokatiya nû ji bo encûmena xwecihî hate hilbijartin, ku her birêz.Azad Haco Hemê wek serokê encûmena xwecihî li Til Temir,û xanim Jînda Ferhad Temê wek cîgirê wî hatin hilbijartin.
Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah