XWECIHIYA DIRBÊSIYÊ CIVÎNA XWE YA ASAYÎ LI DAR XISTIN Û SEROK Û DU CÎGIRÊN WÎ HILBIJARTIN.
Encûmena xwecihî ya bajarê Dirbêsiyê û gundewarê wê ya bi ser ENKSê ve,encûmena Pakrewan Ciwan Elqutna, di roja Yekşemê 25.5.2025an de, civîna xwe ya asayî lidarxist.
Di destpêkê de,xwecihî kêlîkek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê, û di pêşî de Barzaniyê Nemir rawestiyan.Û piştre lîsta kar gengeşe kirin.
Di civînê de, behsa rewşa rêxistinî bû û amadebûyan rewşa rêxistinî bi taybet rapora ku ji ofîsa karûbarê Encûmenên xwecihî yên bi ser ENKSê ve, hate wergirtin, hate nîqaşkirin.
Û piştre serokê xwecihiyê birêz.Idrîs Şêx Xelef ,behsa rewşa siyasî û pêşhatên dawî yên di qada siyasî ya Sûriyê bigiştî û ya Kurdî bitaybetî de hat kir.
Her wiha civat bi dirêjahî li ser Konfiransê yekrêz û yekhelwesta Kurdî û bi taybetî li ser avakirina şandeyeke hevbeş û helwesta siyasî ya yekgirtî ya nûnertiya gelê kurd di danûstandinên bi Şamê re ji bo tesbîtkirina mafên gelê kurd di destûra welêt de û avakirina dewleteke demokratîk û pirreng û ne navendî rawestiyan.
Herwiha serokatiya nû ji bo encûmena xwecihî hate hilbijartin, ku her birêz.Mihemed Nasir wek serokê encûmena xwecihî li Dirbêsiyê,û mamoste Elî Fetah û mamoste Elî Naso wek cîgirên wî hatin hilbijartin.
Di dawiyê de,serokatiya Encûmenê spasiya endamên Encûmenê û hesta berpirsyariya wan kir.
Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah