HESEKÊ: BI BONEYA YEKRÊZ Û YEKHELWESTA KURDÎ ŞEVBIHÊRKEK HUNERÎ HAT LIDARXISTIN.
Bi boneya yekrêz û yekhelwesta Kurdî li bajarê Hesekê şevbihêrkek hunerî hat lidarxistin
Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan Sûriya û Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê di roja Yekşemê 4.5.2025an de, bi boneya yekrêz û yekhelwesta Kurdî, li ofîsa Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kurdistanî ya li bajarê Hesekê, şevbihêrkek hunerî lidarxistin.
Şevbihêrk bi rawestandina deqeyeke bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistan bi sirûda Ey Reqîb dest pê kir.
Di şevbihêrkê de,Koma Mîtan a folklora kurdî,komek dîlanên Kurdî pêşkêş kirin, her wiha hunermend Masûm Şekaki û hunermendê ciwan Azad Şekaki komek stranên neteweyî û niştimanî pêşkêş kirin.
Her yek ji helbestvanên kurd (Luqman Bavê Yelmaz, Ridwan Yûsif, Hozan Girkundî, Hewaş Bişo, Dilsoz Îbrahîm û Bavê Metîn) li ser yekrêz û yekhelwesta kurdî gotin û helbest pêşkêş kirin.
Ragihandina ENKSê
Raport: Elî Fetah