HESEKÊ: SALVEGERA PÊNCEMÎN A KOÇKIRINA DAWÎ YA HUNERMENDÊ KURD SE’ÎD GABARÎ HAT VEJANDIN.
Krupa Êla Gabara salvegera pêncemîn a koçkirina dawî ya hunermendê Kurd yê navdar Se’îd Gabarî li Heskê vejandin.
Li salona Mar Bêla ya bajarê Hesekê, roja yekşemê,4.5.2025an, salvegera pêncemîn a koçkirina dawî ya hunermendê Kurd yê navdar Se’îd Gabari,ji aliyê Krupa Êla Kabara ya Kurd hat vejandin.
Çalakî bi rawestandina deqeyeke bêdeng li ser giyanê hunermend Se’îd Gabarî,û giyanê pakrewanên Kurd û Kurdistan bi sirûda Ey Reqîb dest pê kir.
Kurtefîlmek li ser qonaxên jiyana hunermend Se’îd Gabarî û cihên wî yên hunerî hate pêşkêş kirin.
Her wiha,Her yek ji hunermend Sefqan Orkêş, Ferec Derwîş, Delîn Ehmed, û Roya Refi jî gelek stranên neteweyî û welatparêz pêşkêş kirin ku dewlemendiya ahingê zêde kirin.
Wek tê zanîn,Hunermendê kurd Se’îd Gabarî li gundê Xerbê Kejê li gundê Amûdê di sala 1956an de ji dayik bû, û piştî nexweşiya giran li Hewlêrê paytexta Herêma Kurdistana Iraqê, di 4ê Gulan 2020an de,koça dawî kir, li Goristana Mele Omer li Hewlêrê li gel xizmên wî li gor wesyeta wî binaxkirin.
Ragihandina ENKSê
Raport: Elî Fetah