DIRBÊSIYÊ: HUNERMENDÊ KURD REMEZAN OMERÎ KOÇA DAWÎ KIR.
Hunermendê Kurd, Remezan Omeri îro Pêncşemê 17/4/2025an, di 85 saliya xwe de, ji ber komplikasyonên krîza mejî ya berî salekê,koça dawî kir.
Hunermend Remezan Necîm Omerî di sala 1940an de, li gundê Sêkira ya gundewarê Dirbêiyê ji dayik bûye. Wî li ser lûtfê li ser destê hunermend Ne’îm Delal hîn bûye dema ku ew di salên 1950î de, li Helebê dima.
Di sala 1971an de, ew çûye Libnanê û tevlî çend konseran bûye li gel hunermendên kurd yên wek Mihemed Şêxo û Mahmûd Ezîz. Piştre di sala 1975’an de çû Radyoya Bexdayê, ku li wir li beşa wê ya Kurdî komek stran tomar kirin.
Di sala 1984an de, albûma xwe ya yekem li Helebê derxist, piştî wê sê albûmên din hatin derxistin. Arşîva wî ya hunerî nêzîkî 80 stranan digire. Hunermendê nemir heta mirina xwe li bajarê xwe yê Dirbêsiyê ma.
Di sala 2018an de, Saziya Arta ya Medya û Pêşvebirinê wî bi xelata Arta ya Xêrxwazî û afirandinê bi naskirina karê wî yê hunerî xelat kir.
Û li ser daxwaza malbata wî termê wî bi Ala Kurdî hat pêçan û piştre li goristana Dirbêsiyê hat veşartin.
Ragihandina ENKSê
Raport: Elî Fetah