BCF… li kampa Dareşikran ya Penaberên Rojavayê Kurdistanê xuleke karê destan vekir.
Dezgeha xêrxwaziya Barzanî li kampa Dareşikran ya Penaberên Rojavayê Kurdistanê xuleke karê Destan vekir.
Xuleke pîşeyî li kampa Dareşikran hate vekirin û têde hejmarek jin beşdarbûn.
Li gorî Dezgeha xêrxwaziya Barzanî li ser rûpela xwe ya facebookê belavkiriye :
Ku bi hevkariya The Stirling Foundation , roja 14.4.2025an, li sentera Qedrî Can ya rewşenbîrî li kampa Dareşikran yê bi ser parêzgeha Hewlêrê ve xuleke fêrkirina karê destan vekirin.
Û Dezgehê serbar kir ku hejmarek jin ji nişteciyên kampê têde beşdarbûn .
Hêjaya were gotin ku Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî di alîkariya penaberan û vekirina xuleyên fêrkirinê û li darxistina çalakiyan de berdewam e.
Ragihandina ENKSê
Qamişlo