DIRBÊSIYÊ:13EMÎN LI SER SALVEGERA KOÇKIRINA PAKREWANÊ ŞOREŞA RÛMET Û AZADIYÊ CIWAN ELQUTNA RE DERBAS DIBE.
Wek tê zanîn îro di roja Sêşemê 25.3.2025an de,bîranîna 13emîn li ser pakrewanbûna pakrewanê şoreşa rûmet û azadiyê Ciwan Elqutna re derbas dibe.
13emîn salvegera pakrewan Ciwan
Elqutna 25.3.2012 —25.3.2025an ,ji aliyê xwecihiya bajarê Dirbêsiyê û gundewarê wê ya pakrewan Ciwan Elqutna ya bi ser ENKSê ve hat vejandin.
Bi boneya 13emîn bîranîna salvegera pakrewan Ciwan Elqutna, Encûmena xwecihî ya bajarê Dirbêsiyê
Encûmena pakrewan Ciwan Elqutna
Di roja Sêşemê, 25ê avdara sala 2025an de, rahiştin qevdek gul û Alên Kurdî û berên xwe dan Gundê Til Gidîşê li ser gora pakrewan Ciwan Elqutna,û bîranîna pakrewan vejandin.
Herwiha bi beşdarbûna şandeke ofîsa karûbarên encûmenên xwecihî ya bi ser ENKSê ve û hin şande ji serkirdên ENKSê û endamên xwecihiya Dirbêsiyê û hin cemawerê bajarê Dirbêsiyê û malbata pakrewan Ciwan Elqutna,û kesayetên civakî yên xwedî rol,û nûnerên partiyên kurdî.
Herwiha hemû beşdar hatin bixêrhatin ji aliyê mamoste Nîzamedîn Elîko bi navê xwecihiya Dirbêsiyê û Piştre ,kêlîkek bêdenge li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistan û di pêşî de li ser giyanê Pakrewan Ciwan Elqutina rawestiyan.
Herwiha mamoste Zibêr Mûsa bi navê ENKSê axaftinek li ser gora pakrewan pêşkêşkir.Û gotina wî li ser rol û bandora pakrewan û kar û xebata pakrewan Ciwan Elqutna bi awayekî zelalî nirxand.Û di dawî de, spasiya hemû aliyên beşdar kir.
Herwiha mamoste Idrîs Şêx Xelef serokê xwecihiyê jî axaftinek di derbarê vê boneyê de,pêşkêş kir.Û di axavtina xwe de,spasiya hemû beşdaran kir li ser wefedariya wan ji bo pakrewanên wan.
Û di dawî de,wênê Elfatîha hat xwendin.
Herwiha helbestek jî ji aliyê kulîlkekê Rewşen Xalid Diyab Bek li ser pakrewan pêşkêşkir.
Û piştre birêz Fayiz Elqutna bi navê malbata pakrewan Ciwan spasiya hemû beşdaran kir û hemû mêvanên beşdar derbasî mala bavê pakrewan Ciwan kirin û nanekî Kîkanî li ser giyanê wî dan hemû beşdaran.
Yê ku xwînê bide,ji bo azadiya gelê xwe,divê gelê wî jî,jê re wefedar be di hemû serdeman de.
Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah…