LI KORBENDA ÇAKSAZÎ Û GUHERTINÊ XELEKEK GENGEŞEYÊ HATIBÛ LIDARXISTIN.
Korbenda Çaksazî û guhertin xelekek, bi navnîşaniya,( Şewazeke nevendî ya ji bo jinûve avakirina dewleta Sûriyê)
di roja Înê 17.1. 2025an de, li navenda korbenda Çaksazî û guhertinê, li bajarê Qamişlo, bi rêveberiya M.Kazim Xelîfê û M.Îsam Ahmed, endamên korbenda Çaksazî û guhertin,hat li dar xistin.
Bi amadebûna komek ji rewşenbîr, siyasetmedar û kesayetên rêxistinên jin û ciwanan û piştî deqeyek rêzgirtinê ji bo giyanê pakrewanên azadiya Sûriyê û gelê kurd, amadebûn ji aliyê birêz Kazim Xelîfê ve,endamê rêveberiya Korbendê hatin bixêrhatin.
Herwiha mijarên derbarê xeleka gengeşeyê ji aliyê rêveberiya Korbendê hatibû xwendin ev in:
1 – Girîngiya gotûbêjkirina nenavendîbûnê di qonaxa niha de.
2-Di rewşa Sûrîyê ya heyî de pêwîstiya bi nenavendîbûnê heye.
3-Şêwaza herî guncaw ji bo Sûriyê nenavendîbûna îdarî ya siyasî ye
4_ Pirsgirêkên pêkanîna pêngavên nenavendî û zanistî.
Mamoste Fêsel Yûsif, Hevrêzê Giştî yê Tevgera Çaksaziya Kurdî, di destpêkê de li ser nenavendîbûnê weke amûreke girîng ji bo bidestxistina hevsengiyê di dabeşkirina hêz û erkan de, bi taybetî li welatên ku ji ber nakokiyên navxweyî û kêşeyên mezin li Sûriyê hatine, axivî nakokiyeke demdirêj, nenavendîbûn weke navgînek ji bo avakirina dewletê bi awayekî ku dadmendiyê berz dike, derdikeve pêş û bi rûxandina rêjîma Esed û destpêkirina qonaxeke nû ya avakirinê re, mafên pêkhateyan garantî dike.
Her wiha amadebûyan beşdarî nîqaşên bi nirx bûn ku bi tevayî piştrast kirin ku sîstema nenavendî ya herî guncaw e ji bo Sûriyeya nû.
Hêjayî gotinê ye ku Korbenda Çaksazî û Guhertinê her hefte xelekên diyalog û gotûbêjan li ser pirsa Sûriyê bi giştî li dar dixe.
Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah