المجلس الوطني الكوردي في سوريا

DÊRIK:SÊYEMÎN HEVDÎTINA HEZKIRINÊ LI BAJARÊ DÊRIKÊ HATE LIDARXISTIN.

0 85

DÊRIK:SÊYEMÎN HEVDÎTINA HEZKIRINÊ LI BAJARÊ DÊRIKÊ HATE LIDARXISTIN.

Sêyemîn hevdîtina Hezkirinê li bajarê Dêrikê bi beşdariya pêkhateyên herêmê hate lidarxistin..

Di bin diruşmeya ( Dadperwerî rûmeta gelan bilind dike, şerma gelan guneh e. ) Dêra Yekîtiya Xiristiyanên Evangelîst pêkhateyên siyasî, civakî û olî yên herêma Dêrikê vexwend bo sêyemîn hevdîtina evînê,di roja pêncşemê16.1.2025an de, li salona Dêra Yekîtiya Xirîstiyanên Evangelîst ya Neteweyî ya bajarê Dêrikê.

Dr. Nehîm Yûsif, Serokê Dêra Yekîtîya Krîstiyan hevdîtina hezkirinê bi gotareke kurt li ser nirxê hezkirina bilind ku rê li ber berxwedanê vedike û berfê dilgiraniyê û nefretê bi dilgermî û dilsoziya xwe vedişêre, vekir.

 

Birêz Welîd Ferman Serokê Encûmena Xwecihî ya Encûmena Niştimanî ya Dêrikê gotarek pêşkêş kir û tê de behsa rola pêşeng ya Dêra Yekîtiya Mizgînî (Evangelîst) di vî warî de kir.

Her wiha serokê xwecihiya Dêrikê ya bi ser ENKSê ve,tekez kir ku Encûmena Niştimanî ya Kurd vê peyamê bilind dinirxîne û têdikoşe ku çanda hezkirinê belav bike û nirxên lêborînê ava bike bi rêya damezrandina mafên hemû pêkhateyan di Sûriyeyeke nû û piralî ku rêzê li prensîbên mafên mirovan bigire.

Ferman di axaftina xwe de tekez kir ku ENKSê ji bo belavkirina çanda hezkirinê û aştiyê di navbera xelkê Sûriyê de dixebite, dûrî çanda dûrketinê û nefretê.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.