المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ROJA ALAYA KURDISTANÎ JI ALIYÊ HER DU XWECIHIYÊN HESEKÊ VE HAT VEJANDIN..

0 74

ROJA ALAYA KURDISTANÎ JI ALIYÊ HER DU XWECIHIYÊN HESEKÊ VE HAT VEJANDIN..

Her du xwecihiyên bajarê Hesekê yên bi ser ENKSê ve di roja Sêşemê 17.12.2024an de, Roja Ala Kurdistanî vejandin.

 

Îro Sêşemê17.12.2024, her du xwecihiyên bajarê Hesekê yên bi ser ENKSê roja Ala Kurdistanî,li gundê Cemîliyê vejandin.

Merasîm bi deqeyek bêdeng bo giyanê pakê şehîdên gelê Kurd û Kurdistanê û bavê ruhanî yê gelê Kurd Barzaniyê nemir destpê kir.

Serokê xwecihiya rojhilat ya bi ser Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê Zubêr Mûsa gotarek pêşkêş kir.
Di destpêka axaftina xwe de pîrozbahiya vê roja pîroz a rûxandina rejîma Behs li amadebûyan kir .

û tê de behsa pîroziya Ala kurdî kir ku sembola rûmeta kurdên cîhanê ye

Her wiha Mûsa tekezî li ser pêwîstiya hebûna Kurdan li Sûriyê di paşerojê de û hevkariyeke cidî û bi bandor ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk û piralî kir.


Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah.

Leave A Reply

Your email address will not be published.