ROJA ALAYA KURDISTANÎ JI ALIYÊ XWECIHIYA BARZANIYÊ NEMIR HAT VEJANDIN..
Îro Sêşemê 17.12.2024an encûmenên xwecihî yên bajarokê Til Temr û bajarokê Ebû Rasên yên ser bi Encûmena Niştimanî ya Kurdî ve,(Xwecihiya Barzaniyê Nemir) li pêş navenda encûmena xwecihî ya bajarê Til Temir,, roja Ala Kurdistanî vejandin.
Di destpêkê de bi navê xwecihiya Barzaniyê Nemir bixêrhatina beşdaran hat kirin.
Piştî wê kêlîkek bêdeng li ser giyanên pakrewanên kurd û kurdistan û di pêşî de Barzaniyê Nemir bi sirûda netewî,Ey Reqîb rawestiyan.
Herwiha gotina xwecihiyan ji aliyê mamoste Ebdela Yûnis ve hat pêşkêş kirin.û tê de bal kişand ser taybetmendiyên Ala Kurdî û şehîdên ku canê xwe feda kirine ji bo bilindkirina wê.Û tekezî li ser yekrêziya Kurdî di bin vê ala rengîn kir.
Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah